SOHR: Balafirên Rûsî di hefteyekê de 200 êrîs pêk anîn
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê di nava hefteyekê de herî kêm 200 êrîşên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne.
Li gorî SOHRê, êrîşên hewayî yên balafirên şer ên li dijî deverên belavbûna çekdarên DAIŞê yên li beyara Sûriyê, berdewam dikin û ji destpêka Cotmehê ve herî kêm 200 êriş pêk anîne.
Hat diyarkirin ku Balafirên Rûsyayê li dijî derdora Asraya, Resafe û deverên din ên sêgoşeya Heleb-Hemayê û Reqayê, herêma Sexnê, gundewarên Tedmurê, deverên din ên beyara rojhilatê Himsê û beyara Dêrazorê êrîş pêk anîn.
SOHRê daye zanîn ku di encama êrîşan de herî kêm 17 çekdar hatin kuştin û 27 çekdarên din jî birîndar bûn.
Li gorî SOHRê bi van amaran re ji 24ê Adara 2019an ve hejmara kuştiyên hêzên Şamê gihîşt hezar û 570 kesan. Herî kêm 2 leşkerên Rûs hatine kuştin. Herwiha 153 endamên milîsên komên alîgirên Îranê yên ji nasnameyên cuda hatine kuştin.
SOHRê diyar kir ku di heman demê de ji ber êrîşên çekdaran, 4 karmendên ku di zeviyên gazê de kar dikirin, bi dehan şivan û sivîlên din jî hatine kuştin.
Herwiha li gorî SOHRê di êrîş û topbarana hêzên Şamê û Rûsyayê de hezar û 67 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin