"Balafirên ser ên Rûsî êrîsî sê balafirên bêbalafirevan yên Amerîkî kirin"

06 July 2023 11:39 0 dîtin
"Balafirên ser ên Rûsî êrîsî sê balafirên bêbalafirevan yên Amerîkî kirin"

PeyamaKurd Generalekî Amerîkî diyar dike ku balafirên şer ên Rûsî êrîşî sê balafirên bêbalafirevan yên Amerîkî kirin li Sûrîyeyê.

Li gor Generalê Hêza Hewayî ya Amerîkî Alexus Greenkevich di daxuyaniyekê de daye zanîn, "Dema ku sê balafirên bêpîlot ên Amerîkî MQ-9 li dijî armancên DAIŞê mîsyonê pêk dianîn, sê balafirên şerker ên Rûsyayê dest bi çewsandina balafirên Amerîkî kirin."

Greenkevich destnîşan kir, leşkerên Rûsî gule li balafirên bêpîlot ên Amerîkî reşandin ku neçar man xwe veşêrin, di heman demê de yek ji pîlotên Rûsî şewata dûvê li ber drona "MQ-9" vêxist, û şiyana wê ya ku bi ewlehî bifire sînordar kir.

Herwiha Alexus Greenkevich eşkere kir: “Ev bûyer nimûneyeke din e ji reftarên neprofesyonel û ne ewle yên hêzên asmanî yên Rûsî li Sûriyê kar dikin e ku ewlekariya hêzên Amerîkî û Rûsî bi hev re dixin metirsiyê û bang li Moskowê kir ku dev ji vê reftarên bêhiş berdin.”

Di destpêka vê salê de Amerîkayê diyar kir, balafirek şer a Rûsyayê dronek Amerîkî li ser Derya Spî xistiye, lê Moskow berpirsiyariya xwe red kiriye.