Bi bombebarana balafirên Rûsî re, DAISê jî êrîsî hêzên rejîmê kir
PeyamaKurd - Balafirên şer ên Rûsyayê xalên çekdarên DAIŞê yên li çola Sûriyê dikeve sêgoşeya Hema, Heleb û Reqayê bombebaran kiri ku tê ragihandin, li çolê di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên rejîmê de jî şer rû dide.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku li çola Sûriyê balafirên Rûsyayê rojane digerin û herêmên ku çekdarên DAIŞê lê hene, dikin armanc û çekdarên DAIŞê jî êrîşî binkeyên hêzên rejîmê yên li deverên cuda dikin.
Li gorî SOHRê di nav hefteyekê de bi qasî 48 çekdarên hêzên rejîma Sûriyê ku efser û fermandar jî tê de hene, hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Herwiha dema operasyonên paqijkirinê yên li çola Sûriyê zêdetirî 50 leşkerên rejîmê winda bûne.
Herwiha bi topbarana Rûsyayê jî tê ragihandin ku 22 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî efserekî rûsî li Dêrazorê hatibû kuştin Rûsyayê li çola Sûriyê operasyoneke bi navê ‘Sehra El-Beyda’ li dijî DAIŞê ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin