Dêrezor | DAISê êrîsî HSDyê kir

06 February 2025 13:52 0 dîtin
Dêrezor | DAISê êrîsî HSDyê kir

PeyamaKurd – Hate ragihand ku DAIŞê li Dêrezorê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye û endamekî HSDyê canê xwe ji dest daye.

Çekdarên DAIŞê yên ji beyabanên hatin, li Dêrezorê êrîşî (HSD) pêk anîn û şervanekî HSDyê canê xwe ji dest da.

Ji parêzgeha Dêrazorê hate ragihand ku gelek çekdarên DAIŞê yên ji beyabanê hatibûn li ser rêya gundên Ebû Xeşeb û Mihêmîd ên Dêrezorê êrîşî endamên HSDyê kirin.

Li gorî heman ragihandinê di encama êrîşê de şervanekî HSDyê canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû û DAIŞî dîsa ber bi beyabanê ve reviyan.
Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn, îsal DAIŞê 18 êrîş li herêmên di bin serweriya HSDyê de pêk anîne û di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest daye.