Dêrezor | Terorîstên DAISê êrîsî milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê kirin

25 December 2021 14:04 0 dîtin
Dêrezor | Terorîstên DAISê êrîsî milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê kirin

PeyamaKurd – Li Dêrezorê terorîstên DAIŞê êrîşî milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê kirin û di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor ajansên xwecihî, roja Înê çekdarên DAIŞê li parêzgeha Dêrezorê êrîşî xalên serbazî yên milîsên Lîwaya el-Baqir ser bi hikûmeta Sûriyê kirine û di encamê de, 2 çekdarên milîsên el-Baqir hatin kuştin û hejmarek çekdarên din jî birîndar bûn.

Li gor heman ajansan, ew êrîş di dema derbasbûna gereke serbazên Rûsî de pêk hatiye û serbazekî Rûsî jî di êrîşê de birîndar bûye.