Fermandarê Pêsmerge: Terorîstên DAISê bi alîkariya milîsên Iraqê êrîsî Pêsmerge dikin
PeyamaKurd – Fermandarê Pêşmerge li devera Kuleco ya Germiyan Muqedem Merîwan li ser êrîşên dawî yên terorîstên DAIŞê got, heger alîkarî û hemahengiya milîsên Iraqî nebe DAIŞ nikare bi hêsanî êrîşî Pêşmerge bike.
Fermandarê Pêşmerge li devera Kuleco ya Germiyan bi navê Muqedem Merîwan ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Ew tiştên ku li deverên Kurdistanî diqewimin, tirsandin û erebkirina kurdan e. Tenê sûcê wan mirovan ew e ku kurd in. Terorîstên DAIŞê li ber çavên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê re derbas dibin û êrîşî hêzên Pêşmerge dikin.”
Muqedem Merîwan gotiye, “L Kuleco terorîstên DAIŞê ji pişt hêzên Iraqî re derbas dibin û êrîşî me dikin. Hem di navbera me û hêzên Iraqî de valahî heye hem jî pişt hêzên Iraqî valahî heye. Terorîstên DAIŞê ji wê yekê sûd dibînin. Eger hêzên Iraqî rê nedin wan ew nikarin wisa bi hêsanî êrîş bikin.”
Fermandarê Pêşmerge daye zanîn, li deverên Kuleco û Gulale bi dehan efserên serdema Beis hene û amade ne bi diravekî kêm xelkê bikujin. DAIŞ ew in û rewş bi giştî wiha ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin