Fermandarê Alman û Pêsmerge çûn devera herî metirsîdar a pêgeha DAISê

21 May 2024 17:41 0 dîtin
Fermandarê Alman û Pêsmerge çûn devera herî metirsîdar a pêgeha DAISê

PeyamaKurd - Fermandeyê hêzên Almanya li Herêma Kurdistanê Lars Persikowski digel Fermandarê Mihwerê Du ya Hêzên Pêşmerge serdana navçeyên çiyayî yên di navbera Kifrî û Xurmatû de kirin ku ew der navçeyên herî metirsîdar ên Iraqê yên pêgeha çekdarên DAIŞê ne.

Persikowski di civîneke rojnamevanî de got: “Hêzên Almanyayê ji sala 2015ê ve li Herêma Kurdistanê kar dikin, em li ser du prensîban kar dikin: Em di şerê li dijî DAIŞ’ê de alîkariya hêzên herêmî dikin, herwiha piştevaniya hêzên navxweyî dikin, ji bo ji nû ve birêxistinkirina hêzên ewlehiyê û pêşxistina şiyanên wan, bi taybet ligel hêzên kurdî.”

Fermandarê Alman diyar kir: “Almanya piştevaniya birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û yekxistina yekîneyên 70 û 80’ê dike, bi awayekî ku di bin kontrola artêşeke yekgirtî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bin.”

Persikowski da zanîn, wan vê dawiyê nexweşxaneyek ji bo Hêzên Pêşmerge li parêzgeha Hewlêrê ava kiriye û eşkere kir ku wan di warê lojîstîkî û meydanî de, alîkariya hêzên Pêşmerge kiriye û alavên leşkerî peyda kirine.

Fermandarê Alman anî ziman ku aramiya Herêma Kurdistanê gelekî girîng ew û da xuyakirin, divê hevahengî û pêwendiyên leşkerî yên baş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebin, ji bo parastina navçeyên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.