Sêwirmendên leskerî yên Holandî û Almanî bi fermandarên hêzên 70 û 80 yên Pêsmerge re civiyan
PeyamaKurd – Şandeke ji fermandar û şêwirmendên leşkerî yên Holanda û Almanyayê pêk dihat bi fermandarên Pêşmerge yên hêzên 70 û 80 û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl re civiyan.
Hat ragihandin ku civîna ligel şêwirmendên leşkerî yên Holandî û Almanî bi fermandar û Wezareta Pêşmerge re di çarçoveya çaksazî, yekxistin û bihêzkirina hêzên Pêşmerge de hatiye kirin.
Wezareta Pêşmerge piştî civînê ragihand ku şêwirmendên leşkerî yên Holandî û Almanî îro 15ê Adarê ligel fermandarên hêzên 70. û 80. yên Pêşmerge re civiyane û armanca vê civînê ji nû ve sazkirin û yekxistina hêzên Pêşmerge bûye ku wê ev hevkarî berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin