Wezîrê Pêsmerge: Em spasiya gel, hikûmet û sêwirmendên leskerî yên Amerîkayê dikin

01 November 2022 10:39 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge: Em spasiya gel, hikûmet û sêwirmendên leskerî yên Amerîkayê dikin

PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl do Duşemê bi Kolonel Evans Artêşa Leşkerî li Balyozxaneya Amerîka li Iraqê û Berpirsê Ofîsa Hevkariya Leşkerî Balyozxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê Kolonel Sanborn re civiya.

Li gor zanyariyan, berpirsekî Balyozxaneya Amerîka li Iraqê di civîna bi Wezîrê Pêşmerge re de, pêngavên di çarçoveya reforma di Wezareta Pêşmerge de hatine avêtin, bilind nirxand.

Herwiha di hevdîtinê de her du aliyan behsa rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de kirin û her du alî li ser cîbicîkirina xalên rojeva rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de li hev kirin.

Di berdewamiya civînê de Wezîrê Pêşmerge diyar kir: “Em spasiya gel, hikûmet û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê dikin ku di proseya çaksaziyê û avakirina hêzeke leşkerî ya bihêz a modern de piştevaniya Wezareta Pêşmerge kirine.”

Di beşeke din a hevdîtinê de Wezîrê Pêşmerge behsa giringiya pêwendiyên xwe yên li gel Wezareta Berevaniya Iraqê kir û da zanîn, hewlên wan ligel Wezareta Berevaniya Iraqê û hemû hêzên din ên ewlehiyê yên Iraqê li ser şer û şikandina terorîstên DAIŞê berdewam in.

Herî dawî Kolonel Evans pêngavên Wezareta Pêşmerge yên di warê birêxistinkirina hêz û pêngavên proseya çaksaziyê de û qehremanî û mêrxasiya Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê û parastina aramî û asayîşa navçeyê de bilind nirxandin.