Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Nû ya Sûriyeyê li ser danûstandinên li gel Kurdan daxuyanî da

07 February 2025 12:51 0 dîtin
Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Nû ya Sûriyeyê li ser danûstandinên li gel Kurdan daxuyanî da

PeyamaKurd –  Wezîrê Parastinê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra got, Sûriye dê rê bide Rûsya ku baregehên xwe yên esmanî û deryayî yên li peravên Deryaya Navîn biparêze, bi şertê ku her rêkeftineke bi Kremlînê re xizmetê ji berjewendiyên welêt re bike.

Ebû Qesra ji Washington Post re axivî û got ku “Helwêsta Rûsyayê li hember hikûmeta nû ya Sûriyê bi awayekî berbiçav baştir bûye ji dema hilweşandina serokê reviyayî Beşar Esed di kanûna duyem de.” 

Wî her weha diyar kir: “Di Serdana Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov a Şamê de, pirsgirêka berpirsiyarbûna Esed derketiye holê.”

Baregehên Tirkan

Ebû Qesra li ser bingehên tirkan jî da zanîn ku hikûmeta nû ya Şamê her weha li ser rewşa baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Sûriyê danûstandinan dike, got ku rêkeftinên leşkerî yên nû bi Enqerê re dibe ku rê vekin ji Tirkiyeyê re ku ew hêz û baregehên xwe yên li Sûriyeyê kêmtir bikin an jî hêzine nû  li Sûriyeyê bi cih bikin

Bi Kurdan re danûstandin

Wî diyar kir ku mijara hebûna eskerî ya Amerîkayê ya li bakurrojhilatê welêt (rojavayê Kurdistanê) hîn di qonaxa mizakereyê de ye.

Li gorî rojnameya Washington Postê, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê hişyarî da ku çareseriya leşkeri ya bi Kurdên rojavayê Kurdistanê re dê bibe sedema rijandina xwînê ji bo her du aliyan û tekez kir ku rêveberiya Sûriyeyê “ne alîgirê vê yekê ye û dê kêşeya Kurdan bi riyên dîplomatîk çareser bike.”