Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Wezîrê xwe yê Karên Derve destnîsan kir

21 December 2024 16:03 0 dîtin
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Wezîrê xwe yê Karên Derve destnîsan kir

PeyamaKurd – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê berdewam e li ser destnîşankirina wezîran ji bo temamkirina pêkanîna hikûmeta xwe. Di vê çarçoveyê de îro wezîrê xwe yê karên derve destnîşan kir.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê piştî 2 rojan a rûxandina rejîma Beşar Esed, ji aliyê opozîsyona Sûriyê ve hat pêkanîn û Mihemed Beşîr wek serokwezîrê wê hat destnîşankirin ku di bin serokatiya wî de hikûmeta demkî dê ji bo 3 mehan bê avakirin.

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê îro 21ê kanûnê Es’ed Hesen Şeybanî wek Wezîrê Derve destnîşan kir

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji van kesan pêk tê:

Mihemed El-Beşîr – Serokwezîr

Es’ed Hesen Şeybanî – Wezîrê Karên Derve

Mihemed Yaqûb Omer – Wezîrê Ragihandinê

Mahir El-Şera – Wezîrê Tenduristiyê

Mihemed Taha Ehmed – Wezîrê Çandiniyê

Nazir Mihemed El-Qadirî – Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê

Fadî Qasim – Wezîrê Geşepêdanê

Mihemed Ebdulrehman Muslim – Wezîrê Rêveberiya Xizmetguzariyan

Şadî Mihemed El-Weysî – Wezîrê Dadê

Husam Hacî Husên – Wezîrê Ewqafê

Ebdulmunim Ebdulhafiz – Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî

Riyaz Ebdulereûf – Wezîrê Aborî

Mihemed Ebdulrehman – Wezîrê Karên Navxweyî