Wezîrê Pêsmerge bi Cîgirê Rêveberê Sêwirmendên Hevpeymanan re civiya

25 May 2022 10:31 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge bi Cîgirê Rêveberê Sêwirmendên Hevpeymanan re civiya

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, Wezîrê Pêşmerge bi Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hevpeymanan re, li ser proseyên çaksazî, perwerde, rahênana hêzên Pêşmerge re civiya.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe ya do belav kir de da zanîn, îro Sêşemê 24ê Gulana 2022yan, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl bi Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hevpeymanan ê li Herêma Kurdistanê Kolonel Leonovich re civiya.

Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, di civînê de ku Şêwirmendên Bilind ên Serbazî Bextiyar Mihemed û Hejar Umer jî amade bûn, gotûbêjên têr û tije li ser proseyên çaksazî, perwerde, rahênan û rêkxistina hêzan û projeyên pêşniyarkirî kirin.

Herwiha Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl tekezî li ser hevahengiya zêdetir û karkirina ber bi arasteyî rêkxistina berfirehtir a hêzên Pêşmerge kir.

Di berdewamiyê de Kolonel Leonovich li ser dirustkirina hêzeke xurt a yekbûyî eşkere kiriye, wê nakokiyên Kurdan lawaz bike û gotiye: “Bihevrebûna yekbûyî û yekdestiya Kurdan, wê Pêşmerge bihêz bike.”