Wezîrê Pêsmerge û Serokê Tîma Sêwirmendên Bilind a Hevpeymaniyê civiyan

28 June 2022 10:31 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge û Serokê Tîma Sêwirmendên Bilind a Hevpeymaniyê civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge û Serokê Tîma Şêwirmendên Bilind a Hevpeymaniyê li Iraqê civînek li dar xistin û tê de qala tevgera dawî ya terorîstên DAIŞê û rûbirûbûn û têkdana wan li seraserê herêmê kirin.

Li gor Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Serokê Tîma Şêwirmendên Bilind a Hevpeymaniyê li Iraq û Herêma Kurdistanê General Dosîc û Berpirsê Desteya Şêwirmendên Hevpeymaniyê li Hewlêrê Kolonel Pols, guftûgo derbarê hewlên dawî yên Wezareta Pêşmerge di proseya yekxistin û rêkxistina hêzên xwe û proseya çaksaziyê de kirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, pirsa dawî tevgerên terorîstên DAIŞê û rûbirûbûn û têkdana wan li seraserê herêmê bi hevahengiya ligel artêşa Iraqê bi rêya encamdana operasyonên hevbeş hatin guftûgkirin.

Herwiha Wezîrê Pêşmerge ji bilî ku spasiya hêzên Hevpeymanan kir ku her dem piştevaniya Wezareta Pêşmerge kirine, ragihand ku proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge berdewam e û wan kariye guhartinên mezin di warên serbazî û îdarî de bikin.

General Dosîc jî xweşhaliya xwe ji bo proseya çaksaziyê ya di Wezareta Pêşmege de nîşan da û da zanîn, ew hêvîdar in Wezareta Pêşmerge di proseya çaksaziyê de berdewam be û piştevaniya xwe ji bo Wezareta Pêşmerge dubare kir.