Cîgirê wezîrê Pêsmerge Serbest Lezgîn li ser operasyona Garê axifî

14 February 2021 00:33 0 dîtin
Cîgirê wezîrê Pêsmerge Serbest Lezgîn li ser operasyona Garê axifî

PeyamaKurd - Cîgirê wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn li ser operasyona Garê axifî û di derbarê gotinên an îdîayên hevkariya hêzên Pêşmerge û artêşa Tirkiyê de tîşkê xiste ser mijarê û got:

“Em nizanin van gotinan ji aliyê kê de hatine gotin lê ew gotin û îdîa ew çend bêqiymetin, ne hewceye mirov bersiva wan bide. Pêdiviya Pêşmerge bi xweveşartinê tineye. Bingeha wan gotinan tine. PKK bi xwe jî dibêje ku wan gotinan rast nînin.

Lewra ne hewceye mirov cewaba wan gotinên sûcdarkirinê ku bo Pêşmerge tên gotin bide. Pêşmergeyên Kurdistanê li kîjan terefê şer bikin, aşkera şer dikin lewra ne hewceye xwe veşêre an cilên xwe biguhêrin. Bingeh û asasê van gotinan nîne û gotinên bêqiymetin.”

Serbest Lezgîn her weha got ku eger fikra netewî ya PKK ê hebe, divê destkeftiyên Herêma Kurdistanê bide ber çav û weha dewam kir:

“Dema em dinêrin, PKK bi salaye van xetayan dike. Ti fêdeyeka wê bo PKK ê tineye. Bi van gotinan çi dikeve destê wan? Karibûn kîjan deverê rizgar bikin? 50 km ketine nava herêmê û mal û milkên gundiyan îşxal kirine. Her weha kirin ku Tirkiyê bikeve Herêma Kurdistanê û baregehên xwe li herêmê ava bikin. Ev çi cûre destkeftine, PKK dixwaze çi bike? Ez vê pirsê bo PKK ê dihêlim. Dixwazim ew bersivê bidin.

Terefên Kurdperwer û welatperwer divê destkeftinên Herêma Kurdistanê biparêzin û bibin alîkar. Lê mixabin  PKK bûye sedema ku mirovên me zerarê bibînin.”