Serbest Lezgîn: Em ê li ser reform û hevgirtina hêzên Pêsmerge berdewam bin

02 March 2022 14:59 0 dîtin
Serbest Lezgîn: Em ê li ser reform û hevgirtina hêzên Pêsmerge berdewam bin

PeyamaKurd Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn îro li Hewlêrê di paneleke bi navê “Pêşmerge; Sembola Neteweyekê” de axivî û diyar kir, ew ê li ser reform û hevgirtina hêzên Pêşmerge berdewam bin.

Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn da zanîn, pispor û şêwirmendên serbazî yên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Holanda bi berpirsên Pêşmerge re kar dikin, da ku tevahiya hêzên Pêşmerge bikevin bin sîwana Wezareta Pêşmerge.

Serbest Lezgîn herwiha eşkere kir, em ê wek Wezareta Pêşmerge li ser pêngavên reform û hevgirtina hêzên Pêşmerge berdewam bin. Jixwe me karên pir baş kirine di vî warî de.

Wekîlê Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, heta niha hêzên Piştevaniya 1 û Piştevaniya 2 yên Pêşmerge bi hemû çek û baregehên xwe ve ketine bin sîvana Wezareta Pêşmerge herwiha 4 lîwayên girêdayî hêzên 70 û 80 jî di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hatine rêkxistin.