Serbest Lezgîn: Ji ber êrîseke PKKê 5 Pêsmerge sehîd bûn û 4 Pêsmerge jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li çiyayê Metîna yê sînorê bajarê Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê, êrîşî ser hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û di encamê de hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn.
Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn bi daxuyaniyekê da zanîn: “Ji ber êrîşeke PKKê, 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.”
Serbest Lezgîn destnîşan kir: “Pêşmergeyan dixwest hinekî hêzên xwe belav bikin da ku gundên wê navçeyê zêdetir biparêzin, neyên valakirin û rê li zêdebûna wan zeraran bigrin ku çend meh e berdewam e.”
Serbest Lezgîn diyar kir “Dema hêzên Pêşmerge ketine tevgerê, PKKê kemînek daniye û êrîşeke tirsonekane birine ser hêzên Pêşmerge û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”
Medyaya PKKê li xwe mikur hatiye ku teqe li hêzên Pêşmerge kirine.
Herwiha Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê Dr. Efrasyab Mûsa eşkere kiriye: “Pêşmergeyên ku birîndar bûne, ji bo tedawiyê gihandine nexweşxaneya Duhokê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin