Daxuyaniya Wezareta Navxwe: PKKê bi mosekan êrisî Hêzên Pêsmerge kir!
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, doh endamên PKKê bi moşekan êrişî hêzên Zerevanî kirine.
Di daxuyaniya wezaretê de ku bi sernavê “Aşkerekirina tehrîf û însiyatîfa provokatîf a PKKê” hat dayîn, hat ragihandin ku medyaya PKKê nûçeyên li ser êrîşa hêzên Pêşmergeyan a li navçeya Amediyê ya Duhokê weşandiye.
Di daxuyaniya wezaretê ya doh danê êvarê ya derbarê mijarê de ev tişt hatin gotin:
“Em ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdên cîhanê re radigihînin ku îro şervanên PKKê li herêma Amediyê ya Tirkiyê ku bi dehan kîlometre dûr e, bêyî rêzê li saziyên fermî û destûrî yên Herêma Kurdistanê bigirin, derbasî xala kontrolê ya hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî bûn û piştre jî bi moşekan êrişî heman xalê kirin. Hêzên Zêrevanî jî xwe parastin.
Ev destpêşxeriya PKK yek ji wan êrîş û kiryaran e ku ji bo têkbirina aramî û asayîşa navçeyê ye û bûye beşek ji komploya navdewletî ya li dijî Herêma Kurdistanê.
Herêma Kurdistanê nikare bibe meydana çareserkirina kêşeyên herêmê û em her tim piştevaniya hemû hewlên çareserkirina kêşeyan û dabînkirina aştî û aramiyê dikin.
Ji aliyê din ve hêzên me mafê parastina xwe diparêzin û em bi tundî li dijî her hewleke ku Herêma Kurdistanê bike armanc, radiwestin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin