Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Di encama êrîsa PKKê de serbazekî me hat kustin

14 May 2021 09:59 0 dîtin
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Di encama êrîsa PKKê de serbazekî me hat kustin

PeyamaKurd –  Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kir, serbazekî wan di êrîşeke gerîlayên PKKê de li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da zanîn, gerîlayên PKKê ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê ve teqe li serbazên Artêşa Tirkiyê kirine.

Herwiha di daxuyaniya hatiye eşkerekirin, di encama wê teqekirinê de, polîsekî operasyonên taybet hat kuştin û sê polîsên din jî birîndar bûne.

Polîsê hatiye kuştin, ji hêza ku erkê parastina karkerên ku projeya dirustkirina dîwarê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilat de kar dikin li xwe girtiye bû.