Wezareta Navxwe ya Kurdistanê li ser êrîsa Mêrdînê bang li konsûlê Tirkiyê kir û nerazîbûn nîsan da

19 January 2023 19:00 0 dîtin
Wezareta Navxwe ya Kurdistanê li ser êrîsa Mêrdînê bang li konsûlê Tirkiyê kir û nerazîbûn nîsan da

PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser êrîşa li bajarê Mêrdînê ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê can dane ragihand ku Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ji bo nerazîbûnê nîşan bide bangî Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê kiriye.

Sefîn Dizeyî sersaxî da malbata qurbaniyên êrîşa çekdarî ya li Mêrdînê û got: “Wezareta Navxwe Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê bangî wezaretê kir, da ku em nerazîbûna xwe nîşan bidin.”

Dizeyî diyar kir, hatiye xwestin ku demildest lêkolînên cidî derbarê vê bûyerê de werin kirin û encama wê ji raya giştî re were ragihandin, kesên ku li paş vê êrîşê ne, bi rêya dadgehê werin cezakirin.

Şeva borî li ser rêya Hevrîşim a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, otomobîleke malbatên Duhokê tê de bûn û ji bo çareseriya pizîşkî diçûn Diyarbekirê rastî êrîşeke çekdarî ya kesên nenas hatin û hemû kesên di otomobîlê de pêşî hatin peyakirin û piştre jî hatin gulebaran kirin.

Di encama êrîşê de pêşî 4 kesan can da û herî dawî jî Ehmed Celaledîn Îbrahîm ku weke Mele Ehmed Rêkanî jî dihat naskirin û di wê êrîşê de bi giranî birîndar bûbû, îro Pêncşemê li nexweşxaneya bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Di heman êrîşê de 4 welatiyên din ên ji Duhokê can dane ku yek ji wan dayika Mele Ehmed Celaledîn e û navê wê Wahîde Heyder Casim (63 salî) ye. Sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah û Hindirên Ebdullah keça wan e.

Li aliyê din Parêzgariya Mêrdînê jî bi daxuyaniyekê ragihandiye ku, derbarê bûyera kuştina welatiyên Duhokê de, 4 kesên tohmetbar ên bi navên M.Ş, F.A, A.Y û A.K hatine desteseririn û lêkolînên li ser bûyerê berdewam dikin.

Li gorî daxuyaniyên malbatên kesûkarên kesên rastî êrîşê hatine, ew malbatên naskirî, bawermend ên Duhokê ne û ti kêşeyên wan bi ti aliyekê re nebûn. Derbarê sedemên vê êrîşa ser malbatên Kurdên Duhokê de, hîn ti agahiyên zelal û fermî nehatine ragihandin.

Mesrûr Barzanî: Em vê tawanê bi tundî şermezar dikin