Wezareta Navxwe ya Iraq û Kurdistanê: PKKê bi dehan bazar û cihên bazirganî yên Kurdistanê sewitandin

01 July 2024 16:26 0 dîtin
Wezareta Navxwe ya Iraq û Kurdistanê: PKKê bi dehan bazar û cihên bazirganî yên Kurdistanê sewitandin

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Iraqê û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di civîneke hevpar de ragihandin ku bi dehan bazar û cihên bazirganî yên li Hewlêr, Kerkûk û Duhokê ji aliyê PKKê ve hatine şewitandin. Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî daye xuyakirin ku şêwazê şewitandina bazarên li Herêma Kurdistanê wek hev in û îro Wezareta Navxwe ya Iraqê jî ragihand ku bi teknîkeke taybet ew şewat hatine derxistin.

Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê Miqdad Mirî û Berpirsê Dîwana Wezareta Navxwe ya Kurdistanê Dr. Hêmin Miran, eşkere kirin ku, “toreke bi ser PKKê ve li pişt hemû şewatên ku berê li Herêma Kurdistanê derketibûn e.”

Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê Miqdad Mîrî li Bexdayê di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Toreke ser bi PKKê ve li pişt şewitandina bazara Qeyser, bazara Çelê ya Duhokê û şewatên din ên Herêma Kurdistanê ye.”

Miqdad Mîrî da zanîn, 2 tawanbarên ji wê toreyê, girêdayî yekîneyên 70 yên Pêşmerge û dije-terorê yên Silêmaniyê ne û diyar kir, yek ji armancên wan tometbaran ji şewitandina bazarên Kerkûk, Hewlêr, Duhok û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê, lawazkirina aboriya van parêzgehan bû, ji ber ku şewatan bi dehan milyar dolar ziyanên aborî kirine.

Li tawanên xwe mikur hatine

Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê got: “Tawanbaran li tawanên xwe mikur hatine. Herwiha wan plan dikir ku êrîşî çend cihên din li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê bikin, lê bi hemahengiya hêzên ewlekariya Iraq û Kurdistanê planên wan hatin pûçkirin.”

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, vê grûpê bazara Lengê li Hewlêrê, embarek li Quştapa, bazara Lengê bo cara duyemîn, bazara Qeyserî li Hewlêrê, bazara Çelê li Dihokê û çend dukan û cihên din ji dawiya sala 2023an û heta nîvê sala 2024an şewitandine.

Miqdad Mîrî da zanîn, di dema girtina wan tohmetbaran de, wan dest danîne ser çend madeyên kîmyayî ku ji bo şewitandina bazar û navendên Herêma Kurdistanê dihatin bikaranîn.

Herwiha eşkere kir: “Armanceke din a tora PKKê, Yekîneya 70 û Dijeterora Silêmaniyê, teqandina boriya petrolê ya Ceyhanê bû ku Kerkûkê bi Tirkiyeyê ve girê dide.

Tawanbar ji aliyê PKKê ve hatine rahênankirin

Serokê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî eşkere kir, du ji tohmetbarên girtî bi navên Fexredîn Ehmed (karmendê Yekîneya 70) û Mihemed Necat Hesen (efserê dijeterorê li Silêmaniyê (CTG) ye û ew li Kifrî ji aliyê PKKê ve hatine rahênankirin.

Hêmin Mîranî diyar kir, proseya lêkolînê li ser van bûyeran û girtina tohmetbaran bi hevbeşî di navbera her du hikûmetên Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi serperiştiya wezîrên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê kir û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rasterast çavdêriya pêngavên lêkolînan dikirin.

PKKê şewata Gebzeyê jî girt ser xwe

Hevdem îro 1ê Tîrmehê medya bi ser PKKê ve eşkere kir, kesên ser bi wê partiyê yên bi navê rêxistina HBDH (Halklarin Bîrleşik Devrim Hareketi) roja 26.06.2024ê kargehek li navçeya Gebze ya Tirkiyê şewitandine û di encamê de ziyanên mezin ên madî li wê kargehê çêbûne.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin, agir bi awayekî taybet bi wê kargehê hatiye pêxistin û di demên pêş de li bajarên din bi heman awayî ew dê wan çalakiyan bikin ku ev yek jî wek hesab xwestina li faşîstan hate nirxandin.