Wezareta Navxwe ya Tirkiyê mufetisan disîne saredariyên Diyarbekir û Mêrdînê
PeyamaKurd- Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand ku wezaretê ji bo herdu şaredariyên bajarên mezin ên Diyarbekir û Mêrdînê ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ketin destê DEM Partiyê mufetîşan dişîne.
Yerlîkaya gotiye, bi sedema îdiayên di vekirina yekem civîna Encûmena Şaredariya Mêrdînê de Siruda Netewî nehatiye xwendin û di civîna Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de jî Alaya Tirkiyê nehatiye dayîn, ji bo lêkolînê bikin mufetişên mulkiyê hatine erkdarkirin.
Hêjayî gotinê ye, li ser îdiayên di medya civakî de belav bûne, herdu şaredariyên Diyarbekir û Mêrdînê jî red kirin ku ala Tirk nehatiye danîn û siruda netewî ya Tirk nehatiye xwendin.
Herî dawî li ser hesabê fermî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wêneyên yekem civîna Encûmena Şaredariyê jî hatin belavkirin ku berevajî îdiayan di wan wêneyan de Alaya Tirkiyê hebû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin