Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Me li Çewligê dest bi operasyoneke leskerî kir

31 October 2022 14:32 0 dîtin
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Me li Çewligê dest bi operasyoneke leskerî kir

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kir, li parêzgeha Çewlig a Bakurê Kurdistanê, dest bi operasyoneke leşkerî kirine.

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Duşemê 31ê Cotmeha 2022an da zanîn, li navçeya Dara Hênê ser bi parêzgeha Çewligê li dijî PKKê “Operasyona Payîz-Zivistan-7 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.

Herwiha wezaretê eşkere kiriye, wê operasyon li navçeya Dara Hênê, ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Çewligê ve bê birêvebirin û 464 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar bibin ku ji 40 tîman pêk tên.