Ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi 'Kurdî' daxuyaniya destdanîna ser saredariyan
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, bi daxuyaniyeke Kurdî li ser malpera fermî ya wezaretê, biryara dûrxistina şaredarên 3 bajarên Bakurê Kurdistanê û danîna qeyûman li cihê wan belav kir.
19ê Tebaxê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi biryarekê, Şaredarê Diyarbekirê Selçuk Mizraklî, Şaredara Wanê Bedia Ozgokçe û Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji karê wan dûr xistibû û li şûna wan parêzgarên wan bajaran wekî qeyûm danîbûn.
Heman daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya tirkî bi Kurdî jî li ser malpera fermî hat belavkirin ku tê de sedemên destdanîna ser şaredariyan bi madeyên hiqûqa Tirkiyê ve tên ravekirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, cara yekem daxuyaniyeke xwe ya fermî bi zimanê Kurdî dide û li malpera xwe belav dike.
Li gorî nirxandinan sedema daxuyaniya Kurdî ew e ku deshilatdariya Tirkiyê ya AKPê naxwaze bertekên zêdetir ji Kurdan bikişîne ser xwe û ji bo ku dûrxistina şaredaran jî tenê wekî kiryareke dijî terorê nîşan bidin bi Kurdî jî heman daxuyaniya biryara dûrxistina şaredaran hatiye belavkirin.
Lînka daxuyaniya Kurdî ya qeyûman a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê



Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin