Baroya Amedê ji bo Kurdî bikeve nav bernameya KADESê serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da

28 March 2021 14:09 0 dîtin
Baroya Amedê ji bo Kurdî bikeve nav bernameya KADESê serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da

PeyamaKurd - Parêzerên endamên Navenda Mafên Jinan û Komîsyona Zimanê Kurdî yên Baroya Amedê ji bo Kurdî jî di projeya emniyeta Tirkiyê ya ji bo parastina jinan de (KADES) cih bigire, serî li Wezareta Navxwe da.

Berîya niha bi çend rojan Rêveberiya Giştî ya Emniyeta Tirkiyê di çarçova rûbirûbûna tundûtûjiyê û parastin û piştgiriya bo jinan de, li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê projeyeke bi navê KADES bi rêya bernameya telefonê dabû destpêkirin daku li hember tundiyê “Piştevaniya Bilez Bo Jinan” bê dayîn, lê belê tevî hebûna zimanên Tirkî, Rûsî, Fransî, Erebî, Farisî û Îngîlîzî zimanê Kurdî nexistibûn wê xizmetê û ev jî rastî berteka Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibû.

Parêzerên endamên Navenda Mafên Jinan û Komîsyona Zimanê Kurdî yên Baroya Amedê jî ji bo ku zimanê Kurdî jî li wê projeyê bê zêdekirin daxwazek pêşkêşî Wezareta Navxwe kirin.

Di daxwaznameya parêzeran de hatiye gotin: “Li gel ku Kurdî zimanên bi milyonan kesan e li Tirkiyê, hejmareke zêde ya hemwelatiyan jî hene ku ji bilî Kurdî zimanekî din nizanin. Ji bo rêlibergirtina tundûtûjiya li hember jinê û parastina jinên mexdûrên tundûtûjiyê, divê xizmetguzarî bi zimanên ku li welat tên axaftin bê pêşkêşkirin.”