Daxuyaniya Baroya Amedê ya Doza Kobanî: Ruhê Dadgehên Îstiqlalê hîn jî serdest e

17 May 2024 12:09 0 dîtin
Daxuyaniya Baroya Amedê ya Doza Kobanî: Ruhê Dadgehên Îstiqlalê hîn jî serdest e

PeyamaKurd – Baroya Amedê di derbarê Doza Kobanî ku Selahattîn Demîrtaş jî di nav de gelek siyasetmedarên Kurd hatin cezakirin de daxuyaniyeke ku rexneyên tund dihewîne belav kir.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê platforma medyaya civakî ya Xê ya baroyê ve hate belavkirin de Dadgeha ku Doza Kobanî lê hate dîtin, li Dadgehên Îstiqlalê yên ku piştî Serhildana Şêx Seîd a 1925an hatin avakirin hate şibandin û hate gotin ku dadweriya li Tirkiyeyê bûye aliyeke siyasî.

Daxuyaniya Baroya Amedê wiha ye:

“Li Tirkiyeyê dadwerî bi xwe bûye alîyeke siyasî. Îro di doza ku di raya giştî de wek "Doza Kobanî" hatiye bi navkirin ku Hevserokên HDPê yên berê Selahedîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û endamên Lijneya Rêveber a Navendî ya HDPê dihatin darizandin de biryar hat dayîn. Di dawiya pêvajoyeke ku mafê darizandina dadî, bi taybetî jî mafê parastinê hate binpêkirin û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) nehatin bicihanîn de ji bo siyasetmedarên Kurd cezayên giran hatin dayîn.

Doza Kobanîyê careke din nîşan da ku daraz bi mebestên siyasî tevdigere û nikare biryarên bêalî û serbixwe bide. Ev biryarên derîyasa û hiqûqê yên ku pûçkirina mercên siyaseta demokratîk dike armanc, di wijdanê gel de cih nagirin. Li gel derbasbûna sed salan jî, mixabin hê jî ruhê Dadgehên Îstiqlalê di salonên dadgehên Tirkiyeyê de serdest e.

Serokê Baroya me Parêzer Nahit Eren wek Baroya Amedê beşdarî rûniştina ku duh li Kampusa Girtîgeha Girtî ya Sîncanê hat lidarxistin bû. Em ê şopdarên Doza Kobaniyê bin da ku pêvajoyeke darazê ya li ser esasê maf, hiqûq û dadê pêk bê."