Helwesta DYA a doza Kobanî: Em li dijî her kiryarên ku azadiya ramanî binpê dikin in

21 May 2024 14:08 0 dîtin
Helwesta DYA a doza Kobanî: Em li dijî her kiryarên ku azadiya ramanî binpê dikin in

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li ser biryarên dadgeha Tirk ên di derbarê doza Kobanî de ragihand ku ew “li dijî her kiryarên ku li Tirkiyeyê azadiya ramanî binpê dikin in”.

Di doza Kobanî de dadgehê li Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş 42 sal û li Figen Yuksekdag jî  30 sal cezayê girtîgehê birî. Ji bo her du siyasetmedaran biryara berdewamkirina binçavkirinê jî hate dayîn.

Dadgeha Tirk her wiha li Hevşaredarê parêzgeha Mêrdînê Ahmed Turk jî 10 sal cezayê girtîgehê birî.

Li ser pirsa di derbarê helwesta DYA ya li ser biryara dadgeha Tirk a girtina siyasetmedarên Kurd a Rûdawê, Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê vê bersivê da:

“Em gringiyê didin van dosyayan û wan ji nêz ve dişopînin. DYA, ji bo Tirkiyeyê, bi awayekî tam piştgiriya azadiya derbirînê dike û em dûbare dikin. Em li dijî her kiryarên ku armanca wan binpêkirina mafê azadiya ramanî ne."