Li dijî berdan û beraatên Doza Kobanî dozgeriyê nerazîbûn nîsan da!

18 May 2024 11:33 0 dîtin
Li dijî berdan û beraatên Doza Kobanî dozgeriyê nerazîbûn nîsan da!

PeyamaKurd – Serdozgeriyê li dijî biryarên berdan û beraetê yên Doza Kobanî nerazîbûn nîşan da û daxwaza girtinê kir.

Di doza ku Hevserokên Giştî yên HDPê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 siyasetmedar hatin darizandin, doh bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8ê Cotmeha 2014'an de pêk hatin, biryar hat dayîn.

Dadgeha Cezayê Giran a 22emîn a Enqereyê, ji bo Selahattîn Demîrtaş ku ji ber 47 sûcên cuda dihat darizandin bi giştî 42 sal, Figen Yuksekdag 30 sal û 3 meh û 24 siyasetmedarên ku dihatin darizandin jî bi giştî 407 sal û 7 meh cezayê girtîgehê birî.

Di dozê de Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel jî di nav de 5 kes hatin berdan, 12 kes beraat kirin, 13 kes jî hatin girtin.

Serdozgeriyê li dijî biryarên berdan û beraetê yên dadgehê nerazîbûn nîşan da.

Serdozgeriyê di îtiraza xwe de got, "Li ser navê raya giştî em daxwaz dikin ku biryara berdanê ya ku ji bo bersûcan hatiye dayîn ji ber çavan bê girtin û li gorî CMK 100 û xalên pê ve ji bo bersûcan bi awayekî takekesî biryara girtinê bê dayin û ger nêrînek berevajî derkeve divê tedbîrên pêwîst bên girtin. Divê îtîraza me ji aliyê desthilatdariya bilind ve bê lêkolînkirin."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya berê Gultan Kişanak, hevserokên berê yên HDP û DBPê Sebahat Tuncel û siyasetmedarên din Ayla Akat Ata, Meryem Adîbellî û Ayşe Yağci ji girtîgeha ku lê hatibûn girtin, hatin berdan.