Ji Baroya Amedê daxuyaniya binçavkirinan: Em qebûl nakin!

20 December 2019 15:49 0 dîtin
Ji Baroya Amedê daxuyaniya binçavkirinan: Em qebûl nakin!

PeyamaKurd - Baroya Amedê li ser awayê binçavkirina Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn, serdegirtina malan û destdanîna ser şaredariyan ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve daxuyanî da.

Di daxuyaniya Baroya Amedê de hat gotin: “Em van pêkanînên bêhiqûqî yên îradeya gel tune dihesibînin qebûl nakin.” 

Baroya Amedê di daxuyaniya nivîskî de bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha got: “Em van pêkanînên bêhiqûqî yên îradeya gel tune dihesibînin qebûl nakin. Divê serokên şaredariyan ên girtî demildest werin berdan û em dixwazin bizivirin ser wezîfeya xwe.”

Baroyê da xuyakirin, li gorî ragihandina parêzerê Fîlîz Buluttekîn, Sertaç Buluttekîn; di serdegirtinê de polîsan miwekîla wî Fîlîz Buluttekîn, hevjînê wê û kurê wê yê 10 salî li erdê dirêj kiriye û çek dane serê wan.