Baroya Amedê doz vedike: Wezaret erdên xelkê dagîr dike
Peyama Kurd - Baroya Amedê, ji bo lêgerîna neftê ji karên deryasayî pêk tîne, li dijî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyê doz vedike.
Hate ragihandin ku ji bo azadiya Jîngehê ya Baroya amadekariyan dike ku li dijî biryara lêgerîna neftê ya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyeyê doz veke.
endamên Baroyê daxuyand ku wezaretê, li navwelatê Sûrê, Farqîn, Bismîl, Pîran, Erxenî û Çinarê yên Ameda Bakurê Kurdistanê, bi armanca neftê erdên çandiniyê yên avî yên welatîyan bi zorê dagîr kirine.
Komîsyonê diyar kir ku herwiha wezaretê ji bo lêgerîna neftê pêwîstî bi rapora jîngehê jî nedîtiye û bêyî ku rapor bê amadekirin dixwaze dest bi kolana bîran bike.
Di biryara Wezareta Tirkîyeyê de tê payîn ku li van deveran neftê bêne kolandin:
Gundê Qerenazê yê Sûrê bi navê "Sebyan-4".
Gundê Hacîcan ê Farqînê bi navê "Duru-7"
Gundê Helînê yê Farqînê bi navê "Duru-6"
Gundê Qasimiya Jêrîn bi navê "Kutlualan-6"
Gundê Mirkulyan ê Bismîlê bi navê "Ham Petrol"
Gundê Şukurlî yê Çinarê bi navê "Şukurlu-2" û "Şukurlu-3"
Gundê Xençerlî yê Erxeniyê bi navê "Hançerli-9"
Gundê Qelbînê yê Pîranê bi navê "EGİL-1"
Li gor dezgehên ragihandinê yên bakurê Kurdistanê, bilind ku erdên wan bi zorê hatine desteserkirin serî li Baroya Amedê dane û ji baroyê piştgirîya hiqûqî xwestine.
Hate diyarkirin ku erdê ku li navçeya Çinarê hatiye dagîrkirin 15 donimê avî ye û erde ku li navçeya Pîranê hatiye dagîrkirin jî li tenişta bîrên ava vexwarinê ya şêniyan e û metirsî heye ku madeyên kimyayî yên ku di kêliya lêgerîna nefte de têne binaxkirin tevlî ava bîran bibin. .
Jêderan ragihandin ku bîra nefte ya ku wê bê kolandin jî 2 metre nêzî Çemê Dîcleyê tê kolandin.
endam Jîngehê ya Baroya Amedê, piştî encamkirina lêkolînan wê ji bo rawestîna kolanên deryasayî li wezaretê doz veke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin