Baroya Diyarbekirê doz li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê vekir

03 May 2021 18:06 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê doz li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê vekir

PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê giştînameya ku bi destwerdana polîsan karê rojnamevanan asteng dike, li dijî Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê doz vekir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Baroya Diyarbekirê de, tê xwestin ku Giştînameya Emnî were rawestandin û ji bo wê yekê jî doz li Wezareta Navxweyî hat vekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wek Baroya Diyarbekirê li dijî Wezareta Navxweyî ji ber giştînameya Rêvebiriya Giştî ya Emnî ya Wezareta Navxweyî maf û azadiya şexsî û giştî binpê dike û ji bingeha yasayan bêpar dike, di 3ê Gulana 2021an de me dozek vekir.”

Herwiha hat diyarkirin: “Rêvebiriya Giştî ya Emnî di 27ê Nîsana 2021an de bi giştînameyekê diyar kiribû ku dema hêzên ewlekariyê karê xwe dikin kesên deng û dîmen bigrin bên astengkirin û derheqê wan de lêpirsîn bê kirin.

Lê wek pêwîstiya dewletek hiqûqî divê pêşî li kiryarên kêfî yên hêzên ewlekariyê bên girtin. Lewra dema hêzên ewlekariya civakî ku bi yasayên hiqûqa navxweyî karê xwe dimeşînin divê li ber çav û ji kontrolê re vekirî be. Kesekî berpirsiyarê ewlekariyê divê bi hêza yasayan, bêpîvan û kêfî welatiyekî mexdur neke. Rêgeza dewleta hiqûqî ji bo hevsengiya mafê kes û giştî heye.”

Baroyê bal kişand ser mafê agahîdayîn û agahîwergirtinê ku xizmetek giştî ye û got, divê xizmeta giştî bi awayekî zelal bê meşandin û dema xizmeta giştî de her welatiyek wek mexdurê bûyerê an jî wek şahidê wê, dikare deng û dîmenan bigre, ji ber wî ew giştîname derveyî hiqûqê ye.