Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: PKKîyek hat kustin
PeyamaKurd – Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê di encama sergirtina malekê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû. Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kesa hatî kuştin gerîlaya PKKê ye.
Li navçeya Nisêbînê, hêzên ewlehiyê girtin ser malekê li Kolana Sakaryayê. Li gor zanyariyan di operasyona polîsan de şer rû daye û kesek hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê belav kir û da zanîn, operayson li ser zanyariyeke hawalgirî hatiye kirin û hêzên ewlehiyê dema xwestine bi ser mala ku bergûman lê ne de bigrin, şer rû daye.
Herwiha da zanîn, di encamê de jinek ku gerîlaya PKKê ye hatiye kuştin, du debance, du bombe û hejmarek fîşek hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, gerîlaya ku hatî kuştin ji bo ku êrîşî sazî û dezgehên dewletê bike, li Nisêbînê bicih bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin