Wezareta Bazirganî û Pîsesaziyê çend ofîsên din li Kurdistanê vedike

26 January 2021 13:34 0 dîtin
Wezareta Bazirganî û Pîsesaziyê çend ofîsên din li Kurdistanê vedike

PeyamaKurd – Ji bo hêsankariyê, Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kurdistanê çend ofîsên xwe li bajarên din yên Kurdistanê vedike.

Li gor Berpirsê Giştî yê Bazirganiyê li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê Newzad Şêx Kamîl diyar kiriye, beriya niha navenda dayîna mohleta hinartin û hawirdekirinê tenê li Hewlêrê hebû, ew jî li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê hebû. Lê em dixwazin hêsankariyê bikin.

Herwiha Newzad Şêx Kamîl da zanîn, di çarçoveya wê pilanê de me biryar daye li bajarên Dihok, Silêmanî û Soran jî, ofîsên Wezaretê vekin û êdî bazirgan yekser li wan bajaran karên xwe bikin û mohletên xwe werbigrin. Êdî neçar nemînin serdana Hewlêrê bikin.

Wî berpirsê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê destnîşan kir, Hikûmet dixwaze ne tenê di warê hawirdekirinê de, lê di warê hinartinê de jî alîkarî û hêsankariyê bide bazirganan û got, Hikûmet dixwaze bi vî rengî sektora hinartinê jî geş bibe.