Wezareta Bazirganî û Pîsesaziyê: Wê nêzîkî 35 milyar dînar li ser cotkaran were dabeskirin

20 October 2022 10:01 0 dîtin
Wezareta Bazirganî û Pîsesaziyê: Wê nêzîkî 35 milyar dînar li ser cotkaran were dabeskirin

PeyamaKurd – Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, wê nêzîkî 35 milyar dînar li ser cotkaran were dabeşkirin.

Wezareta Bazirganiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn: “Îro roja Çarşemê 19/10/2022, pişka pişkinîna mûçeyên darayî yên cotyaran ji bo sala 2014an ku (34 milyar û 827 milyon û 82 hezar û 250 dînar) ye, gihîşt Herêma Kurdistanê.

Dabeşkirina pereyan wê wiha be:

Hewlêr:

11 milyar û 466 milyon û 731 hezar dînar.

Silêmanî:

11 milyar û 174 milyon û 528 hezar dînar.

Duhok:

12 milyar û 185 milyon û 823 hezar û 250 dînar.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: "Ji bo salên 2015 û 2016an em ê çekên wan di demeke herî nêz de werbigrin."