Wezareta Darayî: Nêzîkî 50 hezar karmendan mûçeyên xwe bi rêya 'Hesaba Min' wergirtin
PeyamaKurd - Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku nêzîkî 50 hezar fermanberan bi rêya projeya 'Hesabê Min' mûçeyên xwe bi awayekî dîjîtal wergirtine ku ev hejmar du qatê meha borî zêdetir e.
Di daxuyaniya îro ya Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê de, hat ragihandin ku di rojên borî de nêzîkî 50 hezar karmendên giştî yên Hewlêrê bi rêya 'Hesaba Min' mûçeyên xwe bi awayekî dîjîtal wergirtine û wiha hat gotin: "Ev bû du caran ku di hejmara mûçe standinê ya karmendan a bi rêya 'Hesaba Min' de zêdebûnek pêk tê.
Wezaretê tekez kir ku armanca projeya 'Hesaba Min' ew e ku hesabeke bankê yê ewle peyda bike ku karmend dikaribin bi şêweyekî nûjen mûçeyên xwe werbigirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her ku projeya 'Hesaba Min' berfireh bibe, wê hemwelatî zêdetir baweriya xwe pê bînin û wiha hate gotin: "Ji ber ku projeya 'Hesaba Min' misoger dike ku hemû bankên beşdar, di çarçoveya peymanê de bi erzantirîn rêbazê xizmetên xwe pêşkêş bikin, divê hemû karmend derbazî vê rêya pêşketî bibin."
Li gorî daxuyaniyê, heta dawiya îsal, bi projeya 'Hesaba Min' wê nêzîkî 1 milyon xebatkar xwe di vê projeyê de tomar bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin