Nêzîkî 44 hezar penaberên ji Sûriyeyê bi dildarî ji Urdinê vegeriyan
PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Navxwe yê Urdinê Mazen El-Faraya ragihand ku ji dema rûxandina rêjîma Beşar Esed û vir ve nêzîkî 44 hezar penaberên ji Sûriyeyê bi dildarî vegeriyane welatê xwe.
El-Faraya duh piştî serdana deriyê sînorî yê Cabirê ku bi sînorê Urdinê yê bi Sûriyeyê re, di daxuyaniyekê de li ser Facebookê ragihand ku welatê wî îsal 3.7 milyon dînar ji bo bipêşxistina deverên sînorî û hin xizmetguzariyên lojîstîk ên deriyê sînorî terxan kiriye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Wezîrê Karên Navxweyî di meha borî de ragihandibû ku piştî rûxandina rejîma Esad nêzî 35 hezar Sûriyeyî bi dilxwazî Urdin terikandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin