Nêzîkî 238 hezar penaberên Sûryeyî bûne welatiyê Turkiye
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di Komîsyona Bûdce û Planê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de eşkere kir, heta niha 237 hezar û 995 Sûrî mafê welatîbûna Tirkiyeyê wergirtine.
Yerlîkaya daxuyand ku li Tirkiyeyê 4 milyon 643 hezar penaberên yasayî hene ku 3 milyon û 254 hezar ji wan Sûrî ne.
Wezîrê Navxweyî yê Turkiyê da zanîn ku di encma xebatên hatine kirin de 596 hezar penaberên Sûrî li ser daxwaza xwe û bi awayeke birûmet û ewle vegeriyane welatê xwe.
Herî zêde penaberên Sûrî li Stenbol, Dîlok, Urfa, Hatay, Edene, Mêrsîn, Bûrsa, Îzmîr, Konya û Enqere dimînin ku ji wan re parastina demkî tê dayîn.
Demek e hikûmeta Tirkiyeyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî. Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin