Di Cejna Qurbanê de nêzîkî 150 hezar gestiyar hatin Hewlêrê

20 June 2024 16:10 0 dîtin
Di Cejna Qurbanê de nêzîkî 150 hezar gestiyar hatin Hewlêrê

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji bo bênvedana Cejna Qurbanê, 117 hezar û 421 geştiyarên ji herêmên naverast û başûrê Iraqê hatine paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Ji ber erdnîgariya xwe ya xweş û taybet, Herêma Kurdistanê sal bi sal hejmara mêvanên xwe yên ji deverên din ên Iraqê zêdetir dike.

Dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê dan zanîn ku hejmara Iraqiyên ku ji bo bênvedana Cejna Qurbanê hatine paytext Hewlêrê gihîştiye 117 hezar û 421an.

Li gorî daxuyaniya Parêzgeriya Hewlêrê, 117 hezar û 421 geştiyar, ji bo bênvedana cejnê, ji navçeyên naverast û başûrê Iraqê serdana deverên geştiyariyê yên Hewlêrê kirine.

Berpirsên karûbarên sektora geştiyariyê radigihînin ku zêdebûna serdanên geştiyaran a li Herêma Kurdistanê, ji bo aboriya welatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê derfetên nû û sûdwer derdixe holê.

Ji aliyê din ve parêzgeriya Hewlêrê ragihand ku di roja 4emîn a Cejna Qurbanê de 3 bûyerên çûnûhatinê û 29 bûyerên şewatê ku tenê bûne sedema ziyanên malî hatine tomarkirin, 3 hezar û 263 kesan serî li nexweşxaneyan dane û 154 zarok hatin dinyayê.