Pîrozbahiyên Cejna Qurbanê dest pê kirin: Hejmareke mezin a gestiyaran berê xwe daye Kurdistanê
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê îro 16ê Hezîranê roja yekem a Cejna Qurbanê tê pîrozkirin.
Di roja yekem de merasîma cejna Qurbanê li hemû parçeyên Kurdistanê bi serdana goristanan û beşdariya nimêja cejnê dest pê tê kir.
Piştre jî merasîmên cejnê bi serdana malbat, kesûkar û cîranan birêve diçe.
Cejna Qurbanê bi serdana malan û mêvandariyan berdewam dike.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro ragihan: “Ji ber ewlehî, aramî û xwezaya xweş a Kurdistanê, hejmarek mezin ji geştiyaran berê xwe didin Hewlêr û hemû bajar û bajarokên Kurdistanê.”
Li Herêma Kurdistanê di rojên cejnê de geştiyarên Kurdistanê û bi taybet ji naverast û başûrê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê û seryrangehên wê dikin û cejna xwe bi ewlehî derbas dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin