Cejna Qurbanê li hemû perçeyên Kurdistanê bi serdana goristanan û besdariya nimêjê destpê kir

28 June 2023 10:45 0 dîtin
Cejna Qurbanê li hemû perçeyên Kurdistanê bi serdana goristanan û besdariya nimêjê destpê kir

PeyamaKurd  Li Herêma Kurdistanê, Iraq û piraniya welatên cîhanê, merasîma roja yekem a Cejna Qurbanê îro birêve diçe.

Weke tê zanîn, Cejna Qurbanê li hemû perçeyên Kurdistanê bi serdana goristanan û beşdariya nimêja cejnê de destpê dike.

Herwiha piştre jî merasîmên cejnê bi serdana malbat, kesûkar û cîranan birêve diçe û welatî li tora civakî jî, cejnê li hevdu pîroz dikin.

Hêzên ewlehiyê, polîs û asayişê planên xwe yên taybet bo parastina rewşa ewlehiyê di rojên cejnê de danîne û kar li ser bicihkirina erkên xwe dikin.

Li gor pêşbîniyan jî, ji bo cejnê hejmareke berçav ji geştiyaran, bi taybet ji naverast û başûrê Iraqê di rojên cejnê de serdana Herêma Kurdistanê û seryrangehên wê dikin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro diyar kir: “Ji ber ewlehî, aramî û xwezaya xweş a Kurdistanê, hejmarek mezin ji geştyaran berê xwe didin Hewlêr û hemû bajar û bajarokên Kurdistanê.”