Bîlançoya Cejna Qurbanê: Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê 13 kes xeniqîn

03 July 2023 19:50 0 dîtin
Bîlançoya Cejna Qurbanê: Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê 13 kes xeniqîn

PeyamaKurd – D nav betlaneya 4 rojên Cejna Qurbanê de, li bajarên Diyarbekir, Batman û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê piraniya wan zarok 13 kesên ji bo xwe di çem û avên devera xwe de hênik bikin ketine avê qeniqîn.

Zêdebûna pileya germê di vê werza havînê de, bi taybetî zarokan neçar dike ku ji bo hênikbûnê bikevin nav avê û di maweya cejna Qurbanê de jî gelek kes çûn gol û rûbarên nêzîkê herêma xwe.

Li gorî zanyariyan, di nav 4 rojên cejnê de li Diyarbekirê 9 kes, li Batmanê 3 kes û li Mêrdînê jî kesek di ava ku ji bo hênikbûnê ketibûyî de xeniqî.

Hat zanîn, termên wan kesan piştî xebatên tîmên rizgarkirinê ji nav avê hatine derxistin û bo otopsîyê ji Tiba Edlî re hatine şandin ku piştre bi axê hatine spartin.