Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama cejna Qurbanê belav kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hatina cejna Qurbanê peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de xwest ku cejn bibe wesîla yekîtiyê, bihevrebûnê, hev qebûlkirinê, pêvajoya lihevkirinê û dahatûyeka baş.
Nêçîrvan Barzanî cejna temamê mislimanên li Kurdistanê, Iraq û dinyayê pîroz kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Cejna malbatên serbilind yên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz dikim. Dixwazim hun cejnên dahatûyê bi yekîtî û di nav hûzûrê de derbas bikin.
Hêvî dikim ku terefên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, ew arîşeyên di navbera wan de hene çareser bibin, hûzûr û îstîqrar bê parastin, pirsgirêk çareser bibin, û cejn bibe wesîla ku welat bigihê ewlehiyê, bibe destpêkekî nûh û hevkariyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin