Li Herêma Kurdistanê di Cejna Qurbanê de 5 roj betlane ye

13 July 2021 20:06 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê di Cejna Qurbanê de 5 roj betlane ye

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Cejna Qurbanê û rojên betlaneya cejnê eşkere kirin.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, roja 20ê Tîrmehê roja Cejna Qurbaniyê ye û rojên 20, 21 û 22 Tîrmehê rojên bênvedanê ne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji bilî wan rojan, rojên 18 û 19ê Tîrmehê jî wek rojên bênvedanê hatine ragihandin.