Hikûmeta Kurdistanê derbarê betlaneya Cejna Qurbanê de daxuyaniyek da

08 August 2019 10:14 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê derbarê betlaneya Cejna Qurbanê de daxuyaniyek da

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cejna Qurbanê wekî betlaneya fermî ragihand.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil dema betlaneya Cejna Qurbanê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Cotyar Alî betlaneya Cejna Qurbanê 11ê Tebaxê destpê dike û heya 15ê Tebaxê dewam dike.

Cejna Qurbanê, bi navekî din Îda Hecîyan, yek ji herdu cejnên mezin yên cîhana Îslamî ye. Di vê rojê de êdî kesên ku çûne Mekê û ferzên li wir anîbin cî weke hecî têne binavkirin. Di heman rojê de misilman qurbanan şerjê dikin.