Hikûmeta Kurdistanê nûçeya medya Îranê ya derbarê MOSSADê de red kir
PeyamaKurd - Fermangeha Medya û Zanyarîyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê nûçeyeke medya û ajansên nûçeyan ên Îranê hatiye belavkirin û tê îdiakirin bingehên îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) li Herêma Kurdistanê hatine hedefgirtin red kir û ragihand, ti bingeheke Îsraîlê li Herêma Kurdistanê nîne.
Fermangeha Medya û Zanyarîyan ragihand: “Roja sêşemê 29ê Hezîrana 2021ê, rojnameya Keyhan a Îranî nûçeyek belav kiriye ku qaşo di êrîşeke moşekî de li ser bingeheke Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê ya li bajarê Hewlêrê çend karmendên wê dezgehê hatine kuştin.”
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em nûçeyên bi vî rengî yên bêbingeh red dikin û em radigihînin ku ev nûçe ne rast e û ti xal û bingehên Îsraîlê li Kurdistanê tune ne û mebesta belavkirina nûçeyên wisa, çêkirina kîn û nakokîyê ye li hember Herêma Kurdistanê.”
Herwiha hat destnîşankirin: “Em daxwazê ji desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê dikin ku rê li ber belavkirina têkdanên bi vî rengî bigirin ku xizmeta peywendiyên her du aliyan nake.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin