Îranê ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê ji Hikûmeta Iraqê xwest ku çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê bidin rawestandin.
Li gorî meyda Îranê di serdana Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ya Tehranê de, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan gotiye, wan daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiriye ku rê li ber çalakiyên hêzên dijî Komara Îslamî ya Îranê li ser axa Iraqê bigirin.
Husên Emîr Ebdullahiyan daye xuyakirin, "Hêzên dijî şoreşê û cudaxwaz yên Îranê li Iraqê nabe ku xwedî ewlehî bin ku metirsiyê li ser Îranê çêbikin û ber bi xeteriyê ve bibin."
Dîsa li gorî medya Îranê Serokê Parlemantoya Iraqê jî gotiye, ew rê nadin tu kes û rêxistin ji bo ewlehîya cîranên me wekî metirsî kar bikin.
Hêjayî gotinê ye, Îran bi hinceta hebûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê li nav erda Herêma Kurdistanê gelek caran êrîşan pêk tîne û sînoran dibezîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin