Îranê ji bo Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Basûr daxwaz ji Kazimî kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di serdana Îranê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de, Sekreterê Civata Asayişa Niştimanîya Îranê Elî Şemxanî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kiriye, rê li ber çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bigire.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî ku avakirina kabîneya xwe doh 21ê Tîrmehê serdana yekem a derveyî welat bo Îranê kir.
Kazimî bi Rêberê Îranê Elî Xamaney, Serokomar Hesen Ruhanî, Cîgirê Yekem ê Serokomar Ishaq Cehangîrî û Sekreterê Civata Asayişa Niştimaniya Îranê Elî Şemxanî re hevdîtin pêk anîn.
Hat diyarkirin ku di wan hevdîtin û civînan de, ji bilî ku herdu aliyan peywendiyên navbera herdu welatan gotûbêj kirin, Îraniyan çend peyam jî dan Kazimî ku yek ji wan daxwaza derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê bû.
Herwiha li gorî medya Îranê, Sekreterê Civata Asayişa Niştimaniya Îranê Elî Şemxanî di civîna li gel Mistefa Kazimî de, mijara çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nav axa Başûrê Kurdistanê de aniye rojevê û ji Kazimî re gotiye, “Em ji hikûmeta Iraqê hêvî dikin bi wêrekî rê li ber berdewambûna çalakiyên wan partiyan bigire.”
Şemxanî çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dijî ewlehiyê pênase kiriye û ji Kazimî re gotiye, ew çalakiiyên wan ewlehiya herdu welatan dikin armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin