Îranê li Basûr êrîsî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

03 August 2020 18:46 0 dîtin
Îranê li Basûr êrîsî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Hêzên Îranê îro bi tundî binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û çend gundên navçeya Sîdekanê li Başûrê Kurdistanê topbaran kir.

Li gorî zanyariyariyan îro balafirên bêmirov ên Supaya Pasdaran çend baregehên pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê kirin armanc.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Berpirsê Dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ya ser bi PDKÎ, Kawe Behramî daye xuyakirin, balafirên bê bêmirov binkeyên wan kirine armanc lê ti ziyaneke canî nebûye.

Kawe Behramî derbarê êrîşê de wiha axivî: “Piştî bombebarana balafirên bêmirov, li demjimêr 11:00 jî topbarankirina navçeya Berbizînê ji aliyê Îranê ve dest pê kir, lê ti ziyaneke canî çênebûye û pêşmergeyên me silamet in.”

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê, Îhsan Çelebî jî gotiye,  “Topxaneyên Îranê, gundên Ketîne, Perîze û Berbizîn yên ser bi wê nahyeyê ve topbaran kirine.”

Îhsan Çelebî diyar kir, ji ber topbaranê ti ziyanên canî çênebûne, lê xelkê ku ji bo çandiniya xwe li wê navçeyê dimînin, reviyane û navçe bi cih hiştine.