Îranê êrîsî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin
PeyamaKurd – Îranê êrîşî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê kirin.
Li gor zanyariyan, îro 14ê Mijdara 2022an danê sibê, Îranê bi moşekan êrîşî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li qezaya Koyê kirin.
Qaymeqamê Koyê Terq Heyderî diyar kiriye: “Îro danê sibê 5 moşek ji aliyê Îranê ve hatin avêtin û moşek ber bi Koyê ve û li Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ketin.
Herwiha Rêveberê nexweşxaneya Koyê Şêrwan Celal jî daye zanîn, hejmarek şehîd û birîndar gihîştine nexweşxaneyê.
Hat eşkerekirin ku ji ber metirsiya li ser jiyana xwendekar û mamosteyan, dibistan hatin valakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin