ENKS: Komeke çekdar êrîsî ser nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanî kir

06 December 2021 14:58 0 dîtin
ENKS: Komeke çekdar êrîsî ser nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanî kir

PeyamaKurd – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek belav kir û diyar kir, komeke çekdar a ser bi PYDê ve êrîşî ser nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanî li Hesekê kir û derî û kelûpelên wê şikandin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de da zanîn: “Di berdewamiya binpêkirinên hêzên ewlehiyê yên ser bi (PYD) ve li dijî ENKSê û alîgirên wê, komeke çekdaran, şeva 3/12/2021ê êrîşî Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê kir.”

Sekreteriya ENKSê eşkere kir, wê komê derî û pencereyên nivîsgehê şikandin û hewl dan agir pêxînin, lê ji ber ku xelkê destêwerdan kir, agir nehat vêxistin.

ENKSê diyar kir: ‘‘Hîn jî endam û alîgirên ENKSê ji aliyê van koman rastî lêdan û revandin û malbatên Pêşmergeyên Roj, rastî gefên kuştin û koçkirinê tên. Herwiha rêxistina Ciwanên Şoreşger jî hîn bi kiryarên revandin û biçekkirina zarokan berdewam e.’’

ENKS di daxuyaniya xwe de destnîşan dike: ‘‘Em van kiryarên tirsandinê yên ku xizmeta dijminên gelê Kurd dikin, ziyanê digihîne doza wî û pencereya danûstandinên rawestayî yên di navbera (ENKS-PYNK) de digire, bi tundî şermezar dikin.’’

Herwiha ENKS berpirsatiya cezanekirina encamderên van kiryaran dixe stûyê Fermandariya HSDê û bang li Amerîkî û rêxistinên yasayî û mirovî dike, bi erkên xwe rabin û rê li ber van kiryar û binpêkirinan bigirin.