ENKS: Endamekî me ji aliyê komeke çekdar a ser bi PYDê ve hat revandin
PeyamaKurd – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê diyar kir, endamekî wê ji aliyê komeke çekdar a ser bi PYDê ve hatiye revandin û daxwaza berdana wî dike.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyê de da zanîn, “Komeke çekdar a ser bi PYDê ve roja 12/12/2022an endamê Xwecihiya Tirbesipiyê ya ENKSê û Nûnerê Tevgera Ciwanên Kurd Ednan Îsmaîl Remo ji nava zeviyê wî revand.”
ENKSê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, wê komê bi ser mala Ednan Îsmaîl Remo de jî girt û pişknîn kir û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
ENKSê destnîşan kir, ev şêwazên revandinê û kiryarên tirsandinê, berovajî prensîbên mafên mirovan e û şert û mercên jiyanê yên dijwar, aloztir dike.
ENKSê herwiha revandina endamê Encûmena Xwecihî ya Tirbesipiyê şermezar kir û daxwaza eşkerekirina çarenivîsa wî, berdana wî, rawestandina van kiryaran û binpêkirinên li dijî endamên xwe û hemû welatiyan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin